PeyamaKurd – Li Duhokê ji ber vîrusa Koronayê, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Emîn Ebas (Bavê Mizgîn) wefat kir.
Li gor daxuyaniya Komîteya Navendî ya PDK-S'ê, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S'ê Mihemed Emîn Ebas (Bavê Mizgîn) ji çend rojan ve bi vîrûsa Koronayê ketibû, îşev li Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê wefat kir.
Herwiha komîteyê diyar kirin, Bavê Mizgîn di ciwaniya xwe de tevlî Partiyê bû û erk û pileyên cuda wergirtin, heta gihîşt Komîteya Navendî ya PDK-S'ê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin