PeyamaKurd- Raportora Neteweyên Hevgirtî ya Înfazên Keyfî û bê Biryar Agnes Callamard bertekeka tund nîşanî biryara Erebistana Si’ûdî da ku biryara îdama 5 kesan da û kesên ku fermana kuştina Cemal Kaşıkçı dabûn an kuştibûn bê ceza man.
Agnes Callamard, bi nivîskî ragihand ku ev şokeka mezine ku kesên fermana kuştinê dane serbest hatin berdan. Ev, bêrêziya li hemberê edalet û mexdûra ye. Callamard got ku zîncîreya ku ferman daye negihane wê zincîrê û di serî de welîhadê Erebistanê Muhammed Bîn Selman û sîlsîleya ku ferman daye nehatine darizandin. Her weha delîlên li sefareta Erebistanê ya Îstenbolê di nav 10 rojan de ji ortê hatine rakirin û her derê paqij kirin.
Callamard ragihand ku darizandin di pişt deriyan de hatiye kirin û ev li dijî hûqûqa navdewletiye û gumanbar di celseyan de gelek caran gotine ku wan tenha fermanan bicîh anîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin