Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê taybet yê Sûriyê Stefan de Mistura got ku perçebûna Sûriyê wê bo herêmê bibe felaket.
Stefan de Mistura li bajarê Îswîçre axifî û got Sûriye weke ‘herêmên cuda yên kontrolê’ ji hev hatiye veqetandin û bi wî rengî hatiye perçekirin
Mistura ragihand ku perçekirin ne tenê bo Sûriyê lê wê bo herêmê bibe bobelateka mezin û hişyarî da bo pêvajoya çareseriyeka ku beşa sunniyan jî bixe nava xwe. Got ku eger ev nebe, wê DEAŞ car din bi paş de were.
Temsîlkarê taybet Mistura di dewama axaftina xwe de got: “Bo avakirina Sûriyê pêdivî bi 350 mîlyar dolarî heye. Destûreka nû û di bin çavdêriya Neteweyên Hevgirtî de pêvajoyeka hilbijartinê lazime. Eger ev pêvajo tine be, wê Yekîtiya Awrûpa û Banka Dinyayê piştevaniyê neke.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin