Talîbanê serê ligel hikûmeta Afgan gihand sînorê Îranê

Talîbanê serê ligel hikûmeta Afgan gihand sînorê Îranê

PeyamaKurd – Çavkaniyên Afganistanê radigihînin ku hêzên Talîbanê nêzîkî sînorên Îranê bûne.

Li gorî çavkaniyan hêzên Talîbanê nêzîkî sînorê Îranê bûne şer gihîştiye heta nêzîkî gumrika Îslam Kale ya Kudusabadê.

Hat ragihandin ku Talîbanê xeta trênê ya Afganistan-Îranê teqandiye û 6 leşkerên Afgan jî hatine kuştin.

Rayedarên hikûmeta Afgan dibêjin, pevçûnên ligel Talîbanê di demên dawî de li herêmên Herata rojava û herêmên başûr û rojhilat zêde bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin