PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi munasebeta wefata Pêşmergeyê kevin yê şoreşa Êlûn û Gulanê bo Îzet Silêman Beg Dergele peyamekî sersaxiyê belav kir. Barzanî di peyama sersaxiyê de weha got:
“Ez bi xemgînî pê hesiyam ku Pêşmergê Şoreşa êlûn û Gulanê, ku di doza Kurdistanê de rolekî girîng daye ser milên xwe û xwebexşê Kurdistanê kiriye, kesê naskirî Îzet Silêman Beg Dergele wefat kiriye. Bo malbata wî ya têkoşer sersaxiyê dixwazim, hevparê xema wan im. Xwedê wî bi buhişta xwe şad bike, sebrê bide malbat û mirovên wî.”
Îzet Silêman Beg Dergele îro wefat kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin