Nêçîrvan Barzanî pêswazî li balyozê Morîtanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî pêswazî li balyozê Morîtanyayê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 26ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Morîtanya li Iraqê Sîdatî Welid Elşêx Welid Ehmed Îşe kir ku ji bo malavayî û xatir xwestinê serdana Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest û spasîya kar û hewlên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên Iraqê li gel Morîtanyayê kir.

Balyozê Morîtanya li Iraqê spasîya Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî xwest peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de li gel Morîtanya bipêşve biçin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin