PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Hezîranê pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Sedir ya bi serokatiya Dr. Nesar El-Rubeyî kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di civînê de rewşa Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat guftûgokirin û bi taybetî hilbijartinên bê yên Encûmena Nûneran a Iraqê û pêwîstiya rê li ber hilbijartineke pak û paqij bê vekirin ku maf û daxwazên hemû aliyan misoger bike.
Di beşeke din a hevdîtinê de behsa girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de li ser binemaya destûrê û rêzgirtina li prensîpên hevsengîyê û beşdarîkirina rasteqîne di rêvebirin û biryardanê de di çarçoeya Iraqeke federal û demokratîk de hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin