Cenazeyê karkerê Kurd ê bi êrîsa nijadperestî hat kustin li Erdîsê hat vesartin

Cenazeyê karkerê Kurd ê bi êrîsa nijadperestî hat kustin li Erdîsê hat vesartin

PeyamaKurd – Cenazeyê karkerê kurd Ozkan Tokay ê li bajarê Afyon ê Tirkiyê, bi êrîşeke nijadperestî şeva borî hatibû kuştin, îro 14ê Îlonê li navçeya Wanê Erdîşê hat veşartin.

Karkerê kurd Ozkan Tokay şeva borî li navçeya Dînar a Afyonê di encama êrîşeke çekdarî ya nijadperestên tirk de, hatibû kuştin û bira û hevalekî wî jî hatibûn birîndarkirin.

Malbatê cenaze ji Afyonê bi rêya balafirê anîn Wanê û ji wir jî li Goristana Taxa Eganîsa ya Erdîşê spartin axê.

Hat zanîn ku dema rakirina cenaze Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez jî beşdarî kir, polîs û leşkeran ji rojnamevanan û şanda HDPê re astengî derxist ku beşdarîyê nekin.

Bi çekan êrîşî karkerên Kurd kirin: Ciwanekî Kurd hat kuştin, 2 jî birîndar bûn

Walîtiya Afyonê li ser êrîşa nijadperestî...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin