Îro Ayasofya pistî 86 salan bo îbadetê tê vekirin

Îro Ayasofya pistî 86 salan bo îbadetê tê vekirin

PeyamaKurd – Ayasofyaya ku bi biryara Erdogan ji muzeyê bûbû mizgeft, îro wê bi tevlîbûna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî 86 salan bo îbadetê bê vekirin.

Ayasofya 900 sal berî Fatîhê Osmanî Stenbolê bi dest bixe, dêra katedrayî ya serdema Bîzansiyan bû.

Di derbarê vekirina Ayasofya bo îbadetê Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya ragihand, ‘‘Her kes dixwaze beşdarî vekirina Ayasofya bo îbadetê bibe. Eleqeyek mezin heye. Bo em vê eleqeyê li gor Stenbolê baş bi rê ve bivin, me hemû amadehiyê xwe kiriye, em dikin. Em ji welatiyên xwe daxwaz dikin, dema hatin Ayasofya 4 tiştan bi xwe re bînin; maske, seccade, sebr, xweşbînî.’’

Li Ayasofya îro ji saet 10:00an pê ve wê welatî karibin derbasî cîhê nimêjê bibin û wê ji wê saetê pê ve sala û tekbîr bê xwendin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin