Ji bo destpêkirina civînên parlamenê PDK ket nav hewldanê

Ji bo destpêkirina civînên parlamenê PDK ket nav hewldanê

PeyamaKurd - Serokê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnav ragihand ku wan wek fraksiyona PDKê destpêşxeriyeke nû pêş xistiye daku rûniştin û civînên parlamentoyê dest pê bikin.

Serokê fraksiyona PDKê Umêd Xoşnaw ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, wan îro 31ê Gulanê wek fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê destpêşxeriyeke nû pêş xistiye ji bo serdana hemû fraksiyon û desteya serokatiya parlamentoyê bikin û armanc avakirina hewayeke nû ye daku ew rewşa piştî bûyerên 7ê Gulanê ya rakirina parêzbendiya Soran Omer were asayîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin