Welatên Erebî gefên Rûhanî bi tundî sermezar kirin

Welatên Erebî gefên Rûhanî bi tundî sermezar kirin

PeyamaKurd – Konseya Hevkariya Ereb a Kendavê gefên ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi sedema peymana navbera Îmarat û Îsraîlê xwarin, şermezar kir.

Rûhanî li ser peymana Îsraîl-Îmaratê gotibû; “Em we hişyar dikin. Li herêmê ji bo Îsraîlê qadê fireh nekin. Hû vê bikin, wê bersiveke cuda hebe. Peymana hatiye îmzekirin, şaşiyeke mezin e û heta xiyanet e. Hêvî dikim ji vê rêya şaş vegerin.”

Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Welatên Ereb ên Kendavê Nayef al Hajraf, gefên Îranê yên li hemberî Îmaratê şermezar kirin û got ku ev gef ewlehî û aramiya welatên erebî yên kendavê dixe metirsiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin