Rubio: Em ê li dijî gefên Îranê bi tundî bersiv bidin

Rubio: Em ê li dijî gefên Îranê bi tundî bersiv bidin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê DYAê Marco Rubio daxuyaniyek da televîzyona Fox News û hişyariyeke tund da Îranê.

Rubio got ku eger Îran gefan li ser berjewendiyên Amerîkayê yên li cîhanê bixwe, ew ê bi awayê herî tund bersiva van êrişan bidin û tu gef bê bersiv namîne.

Di nirxandina xwe de, Rubio sedema pirsgirêkan girêdayî rejîma Îranê û destnîşan kir ku Tengava Hurmiz niha vekiriye û hinardeya petrolê vegeriyaye asta xwe ya berê.

Wî her wiha iddia kir ku armanca Îranê ya bidestxistina çekên nukleerî ew e ku herêmê û hêzên Amerîkî bixe bin metresiyê, û diyar kir ku hewldana dawî ya li nêzîkî baregeha Îngiltereyê jî nîşaneya destê aktorekî biyaniye.