Înterneta Herêma Kurdistanê ji bo çend saetan tê qutkirin

Înterneta Herêma Kurdistanê ji bo çend saetan tê qutkirin

PeyamaKurd - Wezareta Gihandin û Veguhestinê ya Kurdistanê ragihand, ji ber ezmûnên pola 12an wê hin rojan xetên înternetê bên qutkirin.

Berpirsê giştî yê gihandinê li wezareta gihandin û veguhestinê, Karwan Reza ji BasNewsê re daye xuyakirin ku sibe 11ê Tîrmehê ezmûnên pola 12 dest pê dikin. Mîna salên berê dîsa înternetê dê çend saetan were qutkirin da ku şagird bikarin bi awayekî tendurist ezmûnan bidin.

Karwan Reza got, di çarçoveya wê planê de rojên şemî û sêşemê dê xetên înternetê 3 saetan (ji 8 sibê heta 11 sibê) werin qutkirin.

Berpirsê wezareta gihandin û veguhestinê da zanîn ku tevahiya şîrketên înternetê hatine agahdarkirin û bibîr xist ku kîjan şîrket vê biryarê binpê bike wê were sizadan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin