NATO: Tirkiye û Yûnanîstanê li ser Derya Spî 'pêsketineke bas' bi dest xistin

NATO: Tirkiye û Yûnanîstanê li ser Derya Spî 'pêsketineke bas' bi dest xistin

PeyamaKurd – Li ser danûstandinên di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir, di navbera wan de piştî hevdîtinên teknîkî yên li ser mijara Rojhilatê Derya Spî "pêşketineke baş" hat bidestxistin.

Stoltenberg piştî hevdîtina xwe ya li baregeha NATOyê ya bi Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez re daxuyanî da û got, ji bo ku rêbazên cihêkirinê yên li Rojhilatê Derya Spî yên Tirkiye û Yûnanîstanê bên avakirin, li deryayê û bejayê, beriya bûyerên nayên xwestin û pêşiya qezayan bê girtin, heta îro gelek civîn hatin kirin.

Stoltenberg da zanîn "Civîn baş dewam dikin. Pêşketineke baş hat bidestxistin."

Herwiha Stoltenberg destnîşan kir, civîn hevdîtinên teknikî yên eskerî ne û got, ev weke temamkerê hewldanên dîplomatîk ên ku Almanya ji bo çareserkirina nelihevkirina dike ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin