Qonaxa dawî mekanîzmeya parastinê temam bû: HSD 5 km vedikise!

Qonaxa dawî mekanîzmeya parastinê temam bû: HSD 5 km vedikise!

PeyamaKurd – Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Girê Spî  Xelîl Xelfo, ragihand ku di çarçoveya rêkeftina ji bo ewlekariya sînor a navbera Amerîka, Tirkiye û HSDê de, qonaxa dawî ya mekanîzmeya parastinê temam bûye.

Fermandar Xelfo herwiha ragihandiye ku dê li gorî rêkeftinê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk tevî çekên xwe yên giran 5 kîlometran ji sînor dûr ve vekişin û parastina sînor radestî meclîsa leşkerî ya Girê Spî bikin. Herwiha hat diyarkirin ku dê xalên kontrolê yên li herêmê jî bên rakirin.

Xelîl Xelfo li ser mijarê wiha got:

“Me di çarçoveya şirîkatiya ligel Amerîkayê de, xalên leşkerî yên li gundê Nis Tel û Girê Spî rakirin. Herwiha şervanên HSDê jî tevî çekên xwe yên giran vedikişin û parastina sînor radestî Hêzên Parastina Sînor dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin