Ji Konsûlxaneya Amerîka peyama yadkirina Mele Mistefa Barzanî

Ji Konsûlxaneya Amerîka peyama yadkirina Mele Mistefa Barzanî

PeyamaKurd - Konsûlxaneya Amerîka ya li Hewlêrê, bi minasebeta salvegera 42yemîn a wefata Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî peyamek belav kir.

Konsûlxaneya Amerîkî di peyama ku li ser torên medya civakî belav kiriye de,  bi rêz û hûrmet Barzanîyê Nemir bibîr anî.

Di peyamê de hat gotin, ew Nemir Mele Mistefa Barzanî bi berzî bibîrtînin û hat diyarkirin: ‘’Îro roja yadkirina koça dawî ya Nemir Mele Mistefa Barzanî ye. (1903 - 1979) Em bi giramî cihê dest û xizmeta pêşkeşî Herêma Kurdistana Iraqê û kurdan kiriye bi bîr tînin.‘’

42 sal bi ser koça dawî ya Barzaniyê Nemir de derbas bûn...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin