PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, ragihand ku wan bi rêya navbeynkaran peyameke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo destpêkirina danûstandinan wergirtiye. Bekayî destnîşan kir ku lê belê Tehran baweriyê bi "niyetpakî" ya Washingtonê nayîne.
“Peyam bi riya Pakistanê hat”
Bekayî di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku peyama Amerîkayê ya derbarê amadebaşiya ji bo diyalogê, bi riya navbeynkarên ku Pakistan jî di nav de ye gihîştiye wan. Bekayî wiha peyivî:
Lê belê, ezmûnên me nîşan didin ku Washington di warê dîplomasiyê de ne cidî ye. Her gava ku ew behsa diyalogê dikin, motîfeke xapînok li pişt wê heye.”
Hişyariya li ser bernameya nukleerî û şer
Berdevkê Wezareta Derve bal kişand ser fikarên navneteweyî yên derbarê bernameya atomî ya Îranê de û got:
Her kes dizane ku çekên me yên nukleerî nînin û bernameya me tenê ji bo armancên aştiyane ye.”
Bekayî her wiha hişyarî da ku ev şerê li ser Îranê hatiye ferzkirin, dê bandorên wî ji sînorên Rojhilata Navîn derbikevin û li seranserê cîhanê werin hîskirin.
“Hêzên me amade ne, em ê dijmin poşman bikin”
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Îsmaîl Bekayî tekez kir ku artêşa Îranê ji bo her cure senaryoyên leşkerî di amadebaşiyê de ye. Wî diyar kir ku ew ê parastina welatê xwe bidomînin û got:
Em ê bikin ku dijminên me ji kiryarên xwe poşman bibin.”
Metirsiya li ser aboriya cîhanê
Bekayî di dawiyê de Amerîka û Îsraîl wekî berpirsiyarên sereke yên aloziya li herêmê nîşan dan. Wî destnîşan kir ku ev rewş ewlehiya Tengava Hurmizê, Kendava Faris û Deryaya Erebî dixe metirsiyê, ku ev yek rasterast gefê li aramiya aboriya cîhanî dixwe.
Ev daxuyanî nîşan dide ku her çend deriyên dîplomasiyê ne girtî bin jî, krîza baweriyê ya di navbera Tehran û Washingtonê de di asta herî bilind de ye.