PeyamaKurd - Buroya Ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê nûçeya rojnameya Amerîkî The New York Times (NYT) a ku tê de hatibû îdiakirin ku Serokwezîr Elî Zeydî pêşniyara agirbestê ya DYAyê gihandiye Îranê, red kir.
Di agahdariya nivîskî ya buroyê de hat destnîşankirin ku ev îdîa ji rastiyê dûr in û ji hemû saziyên ragihandinê hat xwestin ku agahiyên nehatine piştrastkirin belav nekin.
Buroya Ragihandinê diyar kir ku pêwendiyên Bexdayê tenê li ser berjewendiyên herêmî ne.
Rojnameya NYTê îdîa kiribû ku di serdana Elî Zeydî ya bo Tehranê de, berpirsên Îranê ji ber ku di pêşniyarê de çareseriya dawî ji bo rewşa Tengava Hurmizê tune ye, ev daxwaz red kirine.
Li aliyê din di hevdîtina dîrokî ya li Koya Sadabadê ya di navbera Elî Zeydî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan de, di gelek qadan de peyman û belgeyên hevkariyê hatin îmzekirin.