PKK: Bila YNK dîroka xwe res neke û vegere ser rêbaza Mam Celal

PKK: Bila YNK dîroka xwe res neke û vegere ser rêbaza Mam Celal

PeyamaKurd - KCK/PKKê li ser girtina baregahên Tevgera Azadî û dezgehên girêrdayî PKKê yên li Silêmanî û çend navçeyan daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KCKê daxwaz ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ji 'rêbaza Mam Celal' dernekeve û dest ji wan karan berde. 

Hevserokatiya Konseya Rêvebiriya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir, baregah bi zextên hikûmeta Tirkiyê hatine girtin û got, 'Bila YNK dîroka xwe reş neke, dest ji van karan berde û ji rêbaza Mam Celal dernekeve.'

KCKê di daxuyaniya xwe de banga yekrêziya nav mala kurdan jî kir û got, ev dijayetîkirina han ji bo berjewendiyeke demkî ye û çend rojî ye û ne tenê zerarê dighîne YNKê, zerara zêde digihîne gelê Kurd.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin