Hesekê | Xwepêsandanek ji aliyê alîgirên Hikûmeta Sûriyê ve hat pêkanîn

Hesekê | Xwepêsandanek ji aliyê alîgirên Hikûmeta Sûriyê ve hat pêkanîn

PeyamaKurd –  Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanek ji aliyê alîgirên Hikûmeta Sûriyê ve hat pêkanîn û daxwaza vekirina çargoşeya ewlehî hat kirin.

Li Pêşiya dadgeha Hesekê, alîgirên Hikûmeta Sûriyê kom bûn û xwepêşandanek li dijî dorpêçkirina çargoşeya ewlekariyê ya bajar  ji aliyê Asayîşê ve pêk anîn.

Alîgirên Hikûmeta Sûriyê herwiha, nerazîbûna xwe li dijî qutkirina avê li ser bajarê Hesekê nîşan dan.

Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, 3 roj in çargoşeya ewlekariyê dorpêç kiriye û rê nade ku hêzên leşkerên Sûriyê derbasî nav wê navçeyê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin