PeyamaKurd - Hêzên Sûriyê Demokrat (HSD) bersiva daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed ku gotibû bijardeya leşkerî li pêş wan e eger HSDê navçeyên di destê wê de radestî artêşa Sûriyê neke, da.
HSDê bo Beşar Esed got şer ji bo kirîza Sûriyê ne çareser e, û ew ligel Sûriyeyeke bihêz û dekmokrat in û ew ne ligel bijardeya leşkerî ne.
Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke televîzyonî de hişyarî dabû HSDê û gotibû, eger bi danûstandin ciyawaziyên navbera Şamê û HSDê nehatin çareserkirin, ew dê wê mijarê bi hêzê yekalî bikin. Herwiha Esed gotibû, tenê kêşeyeke Sûriyê maye û ew jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.
SkyNewsa Erebî ragihand ku di bersiva berpirsên HSDê di bersiva Beşar Esed dibêjin ku ew çareseriya leşkerî nabe çareserî ji krîza li Sûriyê re û ew piştgiriyê didin gotûbêjan ji bo ku qeyrana li wê were ji holê rabe.
Li gor heman nûçeyî berpirsên HSDê dibêjin û ew ligel Sûriyeyeke bihêz û dekmokrat in ku mafên neteweyî û olî bêne parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin