Bangewaziya HSDê ji serokê rejîmê Esed re!

Bangewaziya HSDê ji serokê rejîmê Esed re!

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hewla xwe ya diyalogê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re dubare kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em amadebûna xwe ji bo hevdîtina bi hikûmeta Sûriyê re û diyalogê ligel wê û hemû aliyên Sûriyê ji bo dîtina çareseriyek ji krîza Sûriyê re dubare dikin."

Dubare nêrîna ku HSDê dixwaze li Sûriyeyê rêveberiyeke “nenavendî” hebe, hate destnîşankirin ku pabendbûna bi yekparçeyiya xaka Sûriyeyê hate piştrastkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin, hemû çavkaniyên xwezayî û aborî, di nav de bîrên neft û gazê yên li herêmên di bin kontrola HSDê de ne, wê bi awayekî adil li herêmên Sûriyeyê bên belavkirin.

Serokê Rêjîmê Beşar Esed di Adara borî de di hevpeyvînekê de got, ew hemû kes û komên ku li ser xaka Sûriyê bi biyaniyan re kar dikin wek "xayin" dibîne.

Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tûggeneral Patrick Ryder hefteya borî diyar kiribû, rêxistina çekdar a bi navê HSD ne PKK ye û ji sala 2014an vir ve bi vê komê re dixebitin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin