PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş da zanîn ku yasaya çarçoveyê ango pêşniyarqanûna "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" bi awayekî fermî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin.
Kurtulmuş got ku ev yasa dê di sedsala duyem a komara Tirkiyeyê de derfetên nû bîne pêşiya Tirkiyeyê û biratiyê jî xurt bike.
Serokê Parlamentoya Tirkiyê, diyar kir ku ev pêşniyaryasa li ser bingeha rapora "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya Parlamentoyê hatiye amadekirin û wiha got: "Xebatên ku di bin banê Parlamentoya me de hatin meşandin, bûn mînakeke bêwêne ya demokrasiyê. Van xebatan aqilê dewletê û îradeya milet di heman armancê de gihandin hev. Ev xebata ku nêzîkatiyên siyasî yên cuda di xaleke hevbeş de kom kirin, dê 'keleha navxweyî' ya welatê me xurt bike û armanca 'Tirkiyeyeke bêteror' misoger bike."
Kurtulmuş destnîşan kir, "Em bawer dikin ku ev pêngav, bi guherîna keşûhewaya siyasî û ramanî, dê di sedsala duyem a komara me de derfetên nû bîne pêşiya welatê me. Ev yasa dê bibe sedema xurtbûna demokrasiyê, zêdebûna geşepêdana milet û bihêzkirina biratiyê da ku deriyê serdemeke nû were vekirin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê spasiya hemû partiyên siyasî, nûnerên civaka sivîl û kedkarên çapemeniyê kir ku piştgirî dane pêvajoyê.