PeyamaKurd – Di derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyê ya karûbarê Iraqê (UNAMI) daxuyeniyek belav kir.
Daxuyaniya Nûnera Taybet a NYê li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, pêşwazî li biryara serokwezîrê Iraqê ya bo hilbijartinên pêşwext kir.
Do, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja 06.06.2021ê bo encamdana hilbijartinên pêşwext ên Iraqê diyar kir.
Li gor Jeanine Hennis Plasschaert ragihand, erkê hikûmetê û aliyên siyasî yên Iraqê ye ‘’Hilbijartineke bê pirsgirêk û azad û bi bawerî û giştîgir’’ pêk bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin