Nûnerê HDPê li YSKê: YSKê di mijara KHKyê de bi tu awayî em hisyar nekirin

Nûnerê HDPê li YSKê: YSKê di mijara KHKyê de bi tu awayî em hisyar nekirin

PeyamaKurd – Nûnerê HDPê li YSKê û Parlementerê Batmanê Mehmet Ruştu Tiryaki ragihand ku YSKê derbarê namzedên KHKyî de tu hişyarî nedane wan. Tiryakî, "Namzedekî me tune ye ku hatibe mehkûmkirin. "

Mafnas û endamê Meclisa Partiya Komariya Gel (CHP) Ilhan Cihaner ragihandibû ku Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) derbarê namzedên KHKyî de hişyarî daye CHPê lê di vî warî de HDP nehatiye hişyar kirin.

Nûnerê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) li YSKê û Parlementerê Batmanê Mehmet Ruştu Tiryakî jî piştrast kir ku YSKê tu hişyarî nedaye wan. Tiryaki, "Dema serîlêdanê şerekî wiha tune, di lêkolîn û lêpirsînan de jî. Di dema nemzediyê de lê nayê nihêrtin ku bi KHKê hatiye dûrxistin ya na. Îtîraza me ji ber vê ye. "

‘NAMZEDEKÎ ME TUNE YE KU MEHKÛM BE’

Parlementerê HDPê Tiryakî diyar dike ku YSK, bi awayekî ne anûnî mîna parlementoyê tevgeriyaye. Ye ji mercên namzedbûyînê jî ew e ku divê namzedan ciza nexwaribe lê namzedekî me tune ye ku mehkûm bûbe.

MAZBATA NEDAN PÊNC NAMZEDAN

Li navçeya Rezan a Amedê, li Artemêtan, Ebex û Tuşbaya Wanê û li beldeya Bazarcx a Dîgora Qersê bi sedea ku namzedê van deveran bi KHK ya direwa awartede ji kar hatine dûrxistin mazbata nehatin dayîn. Ji dêvla namzedên HDPê mazbata bo namzedê duyemîn ango AKPê hat dayîn.

HDPê di vî warî de serî li YSKê daye lê hêj tu encam nehatiye bidestxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin