NY: Artêşa Myanmarê êrîşên xwe yên ser sîvîlan dewam dike

NY: Artêşa Myanmarê êrîşên xwe yên ser sîvîlan dewam dike

PeyamaKurd – Mekanîzma serbixwe ya lêpirsîna welatê Myanmarê ya Neteweyên Yekgirtî ragihand ku rêvebiriya leşkerî ya Myanmarê li ser xelkê sîvîl êrîşên hewayî, binçavkirinên keyfî, şiddet û şiddeta cinsî dewam dike.

Di rapora NY ya ku ji bo navbera 1ê Temmûza 2025 û ya 30 Hezîrana 2026an de hatiye amadekirin, hat gotin ku bi taybetî kiryarên artêşê yên li jorê, di wexta hilbijartina ku di Çile ya 2026an de temam kirin de zêde bûye. Di raporê de ji bilî agahiyên li jorê weha hat gotin:

“Êrîş ne tenê êrîşên hewayî kirine ser hedefên leşkerî lê mal, dibistan, dezgeyên tenduristiyê, avahiyên dînî, kampên ku kesên ji ser ciyên xwe rabûne û tê de dimînin ketine ber êrîşan. Li ser encama êrîşan; me gelek bûyerên kuştiyan, birîndaran û encama êrîşên hewayî vekolaye. Artêşa Myanmarê di êrîşan de paramotor û dronan bikaraniye.”

Di raporê de li ser bikaranîna paramotoran û dronan tê gotin ku artêş bêhtir bi wan bawere, ji ber sîvîl nikarin tesbîtê bikin dê êrîş ji ku derê herin ser wan, nikarin birevin da xwe ji êrîşan sitar bikin. Di raporê de hat gotin:

“Me hinek berpirsên yekîneyên leşkerî tesbît kir. Di tesîsên binçavkirinan de îşkence û şiddeta cinsî bûne, di mijarê de delîlên berfireh hene.”

Di raporê de bûyerên ku kes nikare rexne li hilbijartinê bike çêbûne heye, ji ber cunta qanûn derxistibû ku kes nikare li hilbijartinê rexne bike.. Her weha îfadên 750 kesan û bi temamî 1600 çavkanî bi delîlên xwe ve di dest de hene. Wekî din wêne, video, qeydiyên dengan, dîmenên ciyên erdnîgarî, parvekirinên medya civakî û delîlên tib a edlî niha tên vekolîn.

Li Myanmarê artêş di sala 2021an de dest danî ser desthilatê û goya di navbera 28.12.2025 û 25.01.2026an de hilbijartin çêkirin ku dike 2 meh. Partiya bi desteka artêşê 339 kursiyan bi dest xist û paşî di 10ê Nîsanê de serokê cûnta leşkerî Min Aung Hlaing kirin serokê dewletê.