PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê Neteweyên Yekgirtî Farhan Haq li navenda NY ya New Yorkê ji bo rojnamevanan ragihand ku NY bi temamê terefan re di nav têkiliyan de ne û bende ne ku di nav çend rojan de keştiyên hûbûbatan ji Ûkraynayê derên. Farhan Haq mijarê weha ragihand:
“Li gor peymana ku roja înê hat îmzekirin, keştiyên ku hûbûbat, gubre û xida barkirîne, ji bo bi ewlehî barên xwe bibin, em bende ne ku temamê terefan di mijarê de bixebitin. Wê van keştiyan di lîmanên Ûkraynayê yên ku li peravên Derya Reşin de derbas bibin û yek ji wan jî lîmana Odessa ye. Ji bo keştî derên rê, divê em bawer bin ku şert temambin. Êrîşa lîmana Odessayê, di vê mijarê de alîkariyê nake.
Em ji roja şemiyê heya niha bi terefên ku peymanê çêkirine re di nav têkiliyan de ne. Sekreterê giştî Antonio Guterres di vê çarçoveyê de bi temamê kesên pêwendîdar re têkiliyan datîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin