40 kestiyên ser ên NATOyê li bendera Stockholmê kom bûn

40 kestiyên ser ên NATOyê li bendera Stockholmê kom bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya rahênana NATOyê de, 40 keştiyên şer gihîştin bendera paytexta Swêd Stockholmê.

NATO piştî êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê tetbîqata herî mezin li Deryaya Baltikê bi navê ‘Baltops 22’ li dar dixe û ji bo wê rahênana leşkerî jî îro 40 keştiyên NATOyê gihîştin bendera Stockholmê.

Wezîrê Berevaniya Swêd Peter Hultqvist, piştî serdana keştiya "USS Kearsarge" Amerîkayê li bendera Stockholmê ligel Sererkanê Artêşa Amerîkayê Orgeneral Mark Milley, ji medyayê re axivî.

Peter Hultqvist got ku Baltops 22" sibe destpê dike, beriya destpêkirina rahênanê keştiyên şer li Stockholmê hatine komkirin û da zanîn, wê di rojên pêş de Swêd û Fînland jî beşdarî tetbîqatên NATOyê bibin.

Milley jî diyar kir ku endamtiya Swêd a NATOyê hem ji aliyê stratejîk ve hem jî ji aliyê leşkerî xwedî girîngiyekê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin