Kestiyên NATOyê li Behra Baltikê perwerdehiyê dibînin

Kestiyên NATOyê li Behra Baltikê perwerdehiyê dibînin

PeyamaKurd-NATOyê da zanîn ku keştiyên wan bi armanca operasyon û perwerdehiyên ji rêzê, li ser Behra Baltikê hatine bicihkirin.

Bi daxuyaniya nivîskî ya Hevpeymana Atlantîka ya Bakur a NATOyê hat ragihandin ku Koma Daîmî ya Behrevaniyê ya 1 (SNMG1) û Koma Pêşîlêgirtina Mînan a Daîmî a NATOyê (SNMCMG1) xwe berdane Behira Baltikê.

Hat zanîn ku her du komên keştiyan jî ji welatên hevkar pêk tên û ji tevlîbûna ceribandinan heta peywirên operasyonî, NATO her dem ji bikaranînê re vekirî ye. Her wiha hat diyarkirin ku komên qala wan tê kirin, xwedî amadekariya herî berz a leşkerî ne û parçeyek ji Hêza Peywira Hevkar in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin