Dê mesrefên bergiriya endamên NATOyê ji 1,8 trilyon dolarî derbas bike

Dê mesrefên bergiriya endamên NATOyê ji 1,8 trilyon dolarî derbas bike

PeyamaKurd – Bendene ku mesrefên endamên NATOye yên bergiriyê ji bo sala 2026an ji 1,8 milyar dolarî derbas bike.

DYA, mesrefa bi 1 trilyon û 32 milyar dolarî %57ê wê dide. Tirkiye wê 48 milyar dolar xerc bike. Litvanya li gor dahata xwe ya nesafî dê mesrefa herî zêde bike.

Mesrefa bi temamî ya welatên endamên NATOyê bi temamî 1 trilyon 809 milyar û 915 milyon dolar e. Rêje texmînîne. Li gor sala borî mesrefên endaman dê %11 zêdetir bibe.

Di sala 2024an de ev rêje 1 trilyon 482 milyar 905 milyon dolar bû. Di sala 2025an de 1 trilyon 629 milyar 630 milyon dolar bû.

Di sala 2026an de jî DYA dê mesrefa herî zêde bike û bendene ku DYA di sala 2026an de %57ê mesrefê bigre ser xwe ku dike 1 trilyon 32 milyar 849 milyon dolar.

Li gor texmînan; di pey DYA de Almanya tê ku mesrefa wê 147 milyar dolar, ya Îngîltere 110 milyar dolar, ya Fransa 80 milyar dolar, Îtalya 57 milyar dolar, Polonya 53 milyar dolar û mesrefa Kanada dê 52 milyar dolar be. Mesrefa Tirkiyê dê 48 milyar dolar be.