Yûnanistan bernama bergiriya bi 5 miilyar Avroyî tesdîq kir

Yûnanistan bernama bergiriya bi 5 miilyar Avroyî tesdîq kir

PeyamaKurd – Di civîna hukumeta Yûnanistanê, di civîna konseya bergiriyê de, bernama bergiriyê ya Yûnanistanê ya bi miqdarê 5 milyar Avroyî tesdîq bû.

Di civînê de, sîstema bergiriya hewayî ya Îsraîlê, nûhkirina balafirên şer yên F-16an û projeyên li ser F-35an di mijarên konseyê de bûn.

Li gor çapemeniya Yûnanistanê; civîn di bin serokatiya serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis de hat kirin, di civînê de rûdanên li Rojhilata Navîn û bernamên çekdarkirina Yûnanistanê mijarên wan bûn.

Di civînê de amadekirina sîstema bergiriya hewayî ya malên Îsraîlê, nûjenkirina 50 heb 38 F-16 Block balafirên şer, ji bo bilindkirina asta wan ya ji bo “Viper”ê û nûhkirina 4 firqeteynên sinifa wan MEKO hebûn û li ser wan biryarê dan.

Her weha di civînê de, ji bo pêşdebirina xebatên bingehîn yên ji bo balafirên F-35an û tamîra balafirên neqliyê yên C-27 biryarê dan.