PeyamaKurd – Şîrketa hiberîna alavên leşkerî ya Tirkiyê bi serokatiya sanayiya bergiriya Tirkiyê re peymana li ser pêşdebirina sîstemên hewayî û nesla nû ya fuzeyan, bi miqdarê 523 milyon Avroyî peyman îmza kir.
ASELSANê di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Di navbera ASELSAN û Serokatiya Sanayiya Bergiriya Tirkiyê de, ji bo pêşdebirina sîstema nesla nû ya hewayê û sîstema bergiriya fuzeyan, bi 523 milyon Avroyî peyman hat îmzakirin.”