PeyamaKurd - Kompaniya enerjiya Brîtanyayê BP, di çarçoveya peymana stratejîk a 25 milyar dolarî ya ku bi Hikûmeta Iraqê re îmze kiriye de, amadekariyan dike ku berhemhênana rojane ya neftê li zeviyên Kerkûkê gav bi gav bîne ser 1,5 milyon bermîlan.
Li gorî agahiyên ku yek ji rayedarên Şîrketa Nefta Bakur a Iraqê (NOC) ragihandiye, di çarçoveya peymana 25 salan de li zeviyên neftê yên Kerkûkê pêvajoyeke berfireh a modernîzasyon û zêdekirina hilberînê hat destpêkirin.
Plana Çar Qonaxî û Nûkirina Binesaziyê
Di çarçoveya peymanê de tê armanckirin ku berhemhênana nefta Kerkûkê di çar qonaxan de bê zêdekirin; di gava yekem de rojane bo 450 hezar bermîl, paşê bo 900 hezar û 1 milyon û 250 hezar bermîl, di qonaxa dawî de jî bigihîje 1,5 milyon bermîlan.
Ji bo bidestxistina vê armancê, binesaziya stasyon û xetên boriyan ên ku ji salên 1970yî mane bi temamî têne nûkirin.
Niha ji zeviyên Kerkûkê rojane nêzîkî 300 hezar bermîl neft tê derxistin ku 180 hezar bermîlên wê di ser Herêma Kurdistanê re têne hinardekirin û beşa din jî ji bo navxweyî ya Iraqê tê bikaranîn.