Tîmên noqavê di kûrahiya Behra Wanê de li berhemên dîrokî û xwezayî digerin

Tîmên noqavê di kûrahiya Behra Wanê de li berhemên dîrokî û xwezayî digerin

PeyamaKurd – Di Behra Wanê de, di bin avê de gelek berhemên dîrokî, xwezayî û hem keştiyekî noqavbûyî heye. Gelek berhem hene ku kes nizane û divê li ser wan lêgerîn û lêkolîn bên kirin.

Nûnerê werzişên binavê yên federasyonê û hem pisporê noqavê Serkan Ök ragihandiye ku:

“Gelek noqavbûyên nexwezayî di bin avan de hene lê yê Wanê, li vê derê hem şer diye û di encama rûdanên xwezayî de keştiyekî noqavbûyê heye. Gelek hezkiroxên noqaviyê dixwazin wê bibînin.”

Qedr û qiymetên di bin avê de hem dîmenên wan tên kişandin, qeydiya wan çêdikin û hem deverê didin nasandin.

Herî dawiyê dibistana Wanê ya Divingê û noqavê li bajarê Bedlisê li navça Tetwanê li gundê Reşadiyê 32 kes ji wan ketin avê.

Kesên noqavê keştiya noqavbûyî ya Rûsan ku dirêjahiya wê 40 metreye û 17 metre di kûrahiya avê de ye ziyaret kirin û hem mikrobiyalitên ku bi 30 metreyan dirêjin xistin nav dîmenan.

Ök, ragihand ku gola Wanê di dinyayê de xwediyê mikrobiyalitên herî dirêje. Di gola Wanê de berhemên bajarên di bin avê de mayî û hem ku yên ji berya Mîladê mane hene. Keştiya Rûs ya ku di sala 1905an de noqav bûye, di gola Wanê de ye. Ök weka dewam kiriye:

“Behra Wanê li dora 600 hezar saliye. Di hezaran salan de mikrobiyalite tê de çêbûne. Dikarin ji jor de xwe bera avê bidin û ev tercîha kesên noqavê dikin e. Di golê de 14 ciyên me yên noqavê hene. Yek ji wan Reşadiye ye ku keştiya Rûs û mikrobiyalite li wê derê ne.

Me îro bi 32 noqavêneran re li vê derê noqaviyê kir. Kûrahiysa ku em diçinê ji 17 metreyan derbas nabe. Lê mesafa dîdara me zêdeye. Ji ber di meha Hezîran, Temmûz û Tebaxê de herikandina bin avê tine, bêhtir bala pêwendîdaran dikşîne.”