NY: Em di wê baweriyê de ne ku alî wê li gorî biryarên ICJê tevbigerin

NY: Em di wê baweriyê de ne ku alî wê li gorî biryarên ICJê tevbigerin

PeyamaKurd – Berdevkê Sekreterê Giştî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê de rojev nirxand.

Dujarric, da zanîn ku wî biryara ICJê li ber çavan girt û got: "Sekreterê Giştî bi bîr dixe ku biryarên Dîwana Dadwerî ya Navdewletî li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî û yasaya dadgehê girêdar in û di wê baweriyê de ye ku alî wê bi rêk û pêk biryara dadgehê bi cih bînin."

Herwiha diyar kir ku sekreterê giştî wê li gorî pêwîstiya tedbîrên demkî yên ku ji aliyê dadgehê ve hatine dayîn ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re ragihîne.

Dujarric di bersiva pirsekê de ku gelo biryara ICJ wê xebatên alîkariyê yên NYê yên li qadê hêsan bike yan na wiha got: “Ev delîl wê di pratîkê de be. Tenê awayê ku wê tişt ji NY re hêsantir bibin ew e ku em bibînin ku çalakiya leşkerî bi dawî bibe. Em dixwazin agirbesteke mirovahî bibînin, hawîrdorek ku em tê de karibin bêsînor bigihin alîkariya mirovî û hemû dîl bên berdan."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin