PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), hejmara kuştinên sivîlan di şerê Rûsya û Ukraynayê de eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, ji 24ê Sibata 2022yan ango destpêka êrîşên Rûsyayê ve, zêdetirî 5 hezar sivîl hatine kuştin û dibe hejmara rastî gelekî zêdetir be.
Di rapora heftane ye Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY de ku ji aliyê çavdêrên herêmê ve hatiye amadekirin, 5 hezar û 24 kesên sivîl di şer de can dane û 6 hezar û 520 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin