NY: Li Sûdanê li bajarê El Ubeydê herî kêm 45 sîvîl hatin kuştin û 41 kes birîndar bûn

NY: Li Sûdanê li bajarê El Ubeydê herî kêm 45 sîvîl hatin kuştin û 41 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Neteweyên Yekgirtî ragihand ku di 6-28ê Hezîranê de di êrîşên İHAyan yên ser bajarê El Ubeyd a Sûdanê de 45 sîvîl mirine, 41 kes birîndar bûne û bi belge hatine îsbat kirin. NY got ku li wê derê felaketa mafên mirovî dijîn. Rûdan, li eyaleta Kordofana Bakûr li el-Ubeyde bûne.

Komserê bilind yê mafên mirovan yê NY Volker Türk, li Cenevreyê di konseya mafên mirovan de axifî û got ku li El-Ubeyde felaketekî dinê ya mirovî dijîn.

Türk, got ku 18 mehe sîvîl di bin dorpêçê de ne, têkoşîna jiyanê didin, ji ber şer li dora bajêr dewam dike û di navbera artêşê Hêzên Desteka Lezgîn yên Sûdanê de di şer de İHA yan bikartînin, xelkê sîvîl bê navber dikevin ber êrîşan.

Türk, ragihand ku li devera Kordofanê hem artêşa Sûdanê û hem terefê din HDK, İHAyan bikartînin û İHA li ciyên bazaran, dibistan, benzînxane, avahiyên avê û erebeyên sîvîl dikevin.

Di hefteyên dawiyê de, li El Ubeyd û Er Rahadê 13 benzînxane zerarê dîne û krîza petrolê derketiye ortê.

Volker Türk, her weha got ku li devera Kordofanê kesên sîvîl di wexta ji ser ciyên xwe radibin, di wan rêyên bikartînin de, mirovan dikujin, direvînin, îşkence dikin, şiddeta cînsî dikin û yaxma dikin.

Türk, bang li civaka navdeletî kir û xwest konseya ewlehiyê ya NY berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.

Li Sûdanê ji Nîsana 2023an heya niha di navbera artêşa Sûdanê û HDKê de şer dewam dike, bi deh hezarî kes mirine û bi mîlyonan kes ji ser warên xwe rabûne.