NY: Li Sûriyê 2 milyon û 200 hezar kes li ber birçîbûnê ne

NY: Li Sûriyê 2 milyon û 200 hezar kes li ber birçîbûnê ne

PeyamaKurd - Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye hişyarî da û ragihand, heger alîkarî bilez neyên dabînkirin, wê 2 milyon û 200 hezar kesên din li Sûriyê rastî hejarî û birçîbûnê werin.

Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye, Neteweyên Yekbûyî di dawiya sala 2019an de, (berî belavbûna korona û sepandina sizayên sezar), hejmara kesên ku gefa nemana xwarinê li ser wan hebû, 7 milyon û 900 hezar kes bûn, lê di Gulana îsal de, hejmar heta 9 milyon û 300 hezar kesan bilind bû, ew jî bi sedema bilindbûna nirxên pêdawistiyan û belavbûna nexweşiyê ye.

Berdevka Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî Elisabeth Byrs jî diyar kiriye ku li Sûriyê di heyama 6 mehan de 1,4 milyon kes bo sivîlên nemana xwarinê li ser wan heye zêde bû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, beşa herî zêde ji xelkê Sûriyê, di hejariyê de dijîn ji sala derbasbûyî bilindtir bûne.

Li Sûriyê ji ber şerê navxweyî yê 9 salan krîzeke mirovî jî rû daye ku ji bilî kuştina 380 hezar zêdetir kesan bi milyonan welatiyên Sûrî jî koçber bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin