PeyamaKurd- Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, pêşnûme biryara ku li dijî êrîşên pirtûkên pîroz hatibû pêşkêşkirin, qebûl kir. Hat diyarkirin ku li gorî vê pêşnûmeyê, dê êrîşên bi vî rengî wekî ‘binpêkirina hiqûqê’ were qebûlkirin.
Pêşnûmeya ku ji aliyê Fasê ve pêşkêşî Civata Neteweyên Yekbûyî hatibû kirin, hemû cureyên tundiya li dijî mirovan ji ber baweriyên wan ên olî, pirtûkên pîroz û cihên olî wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî qebûl dike.
Li gorî hat diyarkirin, di biryarnameyê de hemû kiryarên tundiyê yên li dijî kesên ji ber ol û baweriyên wan, her wiha tundiya li dijî sembolên olî, pirtûkên pîroz, mal, kargeh, milk, dibistan, navendên çandî û cihên îbadetê yên kesane hatine diyarkirin; wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî hatine destnîşankirin û bi tundî hatin şermezarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin