PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bi daxuyaniyekê bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza îsal û diyar kir ku tevî şert û mercên dijwar ên keşûhewayê, gelê Kurd li gelek deveran bi kelecaneke mezin cejna xwe pîroz kiriye.
ENKSê destnîşan kir ku Newroza îsal xwedî taybetmendiyeke cuda bû; ji ber ku li Şam û Helebê bi hemahengî û çalakiyên hevbeş hatin pîrozkirin. Herwiha hevdîtina Serokê Sûriyê ya bi serokatiya ENKSê û kesayetên niştîmanî re li Koşka Komarî, wekî nîşaneke erênî û hêviyek ji bo pêşerojeke baştir a Sûriyê hat nirxandin.
Reftarên nerênî û hewildanên çandina fitneyê
ENKSê di daxuyaniya xwe de cih da hinek bûyerên li hin deveran rû dane ku di nav van de daxistina ala Sûriyê li Kobaniyê, bêrêziya li hemberî ala Kurdistanê û sembolên neteweyî û êrîşên li ser baregeha Ewlehiya Giştî ya li Qamişloyê.
ENKSê bal kişand ser kampanyayên handanê yên li ser torên civakî û tekez kir ku ev kiryar bi mebesta têkdana atmosfera erênî ya Newrozê û çandina fitneyê di nava pêkhateyên welat de hatine kirin.
Banga rêkarên bilez hate kirin
Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê bi tundî hemû êrîş û zêdegaviyên ku gefê li prensîbên pêkvejiyanê dixwin şermezar kirin. Encûmenê bang li aliyên pêwendîdar kir ku rêkarên bilez ji bo kontrolkirina rewşê werbigirin û rê li ber dubarebûna van bûyeran bigirin.
Herwiha bangek li gelê Kurd jî hat kirin ku li hemberî hewildanên fitne û handanê bi hişyarî tevbigerin, xwe kontrol bikin û nebin amûrê planên ku aramiya civakî dikin hedef.