Serok Barzanî peyama Newrozê belav kir: Newroz sembola serkeftina li dijî zilmê ye

Serok Barzanî peyama Newrozê belav kir: Newroz sembola serkeftina li dijî zilmê ye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya hatina sala nû ya Kurdî û cejna Newrozê, peyameke pîrozbahiyê gihand gelê Kurdistanê û hemû gelên herêmê.

Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku Newroz ji bo Kurdan ne tenê cejneke neteweyî ye, lê di heman demê de sembola man û berxwedanê ye.

“Mizgîniya destpêkeke nû û hêviyê”

Serok Barzanî diyar kir ku Newroz di dîroka gelê Kurdistanê de xwedî wateyeke kûr e û got:

Newroz her tim ji bo gelê Kurdistanê mizgîniya destpêkek nû, sembola hêviyek nû û serkeftina li dijî zordar û zehmetiyan bûye.”

Wî tekez kir ku ev roj, bingeha çand, berxwedan û têkoşîna Kurdan a ji bo azadî û aştiyê temsîl dike.

Banga yekîtiya navxweyî û diyalogê 

Serok Barzanî bal kişand ser pêvajoya hesas û aloz a ku herêm û cîhan tê de derbas dibe. Di vî çarçoveyî de, Serok Barzanî bangeke taybet li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û wiha peyivî:

Ez hêvî dikim ku Newroza îsal bibe destpêka hevgirtin û biratiyeke mezintir di navbera partiyên siyasî de û yekîtiyeke xurttir di navbera gelê Kurdistanê de ava bibe.”

Pîrozbahî û hêviya aştiyê 

Serok Barzanî pîrozbahiyên xwe yên germ gihandin malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdên li hundir û derveyî welat dijîn. Her wiha wî Newroza hemû gelên herêmê pîroz kir ku vê rojê pîroz dikin û hêvî xwest ku herêm ji şer, kaos û aloziyan rizgar bibe û di nav aştî û aramiyê de bijî.

Serok Barzanî peyama xwe bi daxwaza “Newroz pîroz be, bila hûn her dem di nav xêr û xweşiyê de bimînin” bi dawî kir.