NYT: Encama hilbijartinên Tirkîyê ji bo Erdogan têkçûneke mezin e

NYT: Encama hilbijartinên Tirkîyê ji bo Erdogan têkçûneke mezin e

PeyamaKurd - Rojnameya amerîkî New York Times (NYT) ragihand ku encamên pêşî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê dîyar dikin ku Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê û Stenbolê têk çûye û ev yek ji bo desthilata Erdoganî paşdeçûneke mezin e.

‘ERDOGAN CARA PÊŞÎ TÊK DIÇE’

New York Times da zanîn ku ‘’Erdogan li Enqere, ku paytext û navenda polîtîkayên Tirkiyê ye û li Stenbolê ku bajarê wî ye û bajarê bazirganîya wî welatî e, cara pêşî têk diçe’’

Rojnameyê nivîsî, ‘’Ger Erdogan li Stenbolê winda bike, piştî 17 salên li desthilatê ew ê darbeyeke mezin li partîya wî bikeve ku piştgirîya gel jî bo wê partîyê kêm bibe’’

Rojnameyê da zanîn ku hilbijêrên Tirkîyê ji ber zextên li ser reqabet û rêvebirina aborîyê bertek nîşan dane.

TRUMP JÎ HILBIJARTINAN DIŞOPÎNE

Li gorî rojnameyê rêvebirîya Serokê Dewleta Amerîka (DYA) Donald Trump jî hilbijartinên li Tirkîyê ji nêz ve dişopîne û ew hêvî dike ku nîqaşên li ser Enqerê bi dawî bibin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin