NYyê helwesta xwe ya bo Venezuelayê esker kir

NYyê helwesta xwe ya bo Venezuelayê esker kir

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres derbarê krîza seroktiyê ya Venezuelayê da daxuyanî dan.

Guterres got ku ew dê wekî NY di krîza siyasî ya Venezuelayê de li kêleka ti grûbeke siyasî cî negirin.

Guterres diyar kir ku ew bi fikar li krîza siyasî ya Venezuelayê temaşe dikin û hewlên gelek welatan ji nêzîk ve dişopînin.

Heta niha ji xeynî gelek welatên Amerîkaya Latîn, 9 welatên Ewropayê yên wekî Îspanya, Fransa, Almanya, Brîtanya, Polonya, Finlandiya, Estonya, Litvanya û Letonyayê seroktiya Juan Guaido nas kiriye. Lê welatên wekî Tirkiye û Rûsya jî piştgiriya hikûmeta Nicolas Maduro dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin