PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 13 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar 13 haletên pêketina vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku 3 kes li Hesekê, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê û 2 kes li Dêrazorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku ti haletên mirina bi koronayê nehatine tomarkirin û 2 pêketiyên koronayê jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 8 hezar û 543 kesan, 296 kesan wefat kiriye û heta niha 1224 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin