Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 2 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê can dan û 6 kesên din jî bi vîrusê ketin.

Li gor Hevserokê Desteya Tendurustiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 2 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê can dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 4 haletên pêketina bi Koronayê li Qamişlo, haletek li Amûde û haletek li Reqayê hatine tomarkirin.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, di nav 24 saetan de, tenê 2 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, gihîşt 8566 kesan, ji wan 1227 kes baş bûne û 300 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin