Peskov: "Di destê me de erêkirinekî fermî tine ye"

Peskov: "Di destê me de erêkirinekî fermî tine ye"

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku di destê wan de bi awayeka fermî ti belgeyekî tine ye ku serokê İŞİDê Ebûbekir Bexdadî bi awayeka mirî ketiye dest. Peskov li Moskovayê bo rojnamevanan beyan da û behsa kuştina Bexdadî jî kir.

Peskov got ku heya niha bi awayeka fermî ji Amerîkayê teyîda kuştina Bexdadî nestendine.

Hêzên taybet yên Amerîkayê bi 8 helîkopteran li Idlibê operasyon kiribûn ser Bexdadî û wî kuştibûn. Trump 3 roj berê bo medyayê ragihandibû ku Bexdadî ketibû serê tuneleka mala xwe û teqemeniya li ser êlekê xwe teqandibû û 3 zarok jî pêre miribûn. Hem bi Bexdadî re berdevkê DEAŞê Ebû Hesen El Muhacir jî hatibû kuştin ku bi îhtîmaleka mezin wê ew biketa dewsa Bexdadî.

Lê Amerîka heya niha kesê di operasyonê de sax hatiye girtin navê wî neda.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin