140 kesî kust û ji 300 zêdetir birîndar

140 kesî kust û ji 300 zêdetir birîndar

PeyamaKurd- Li rojhilatê Endonezyayê li girava Lombokê ku devereka geştûguzariyê ye û gelek geştiyar diçin wê derê, do car din bi dereca 7.0 hejiya û bû sedem ku 140 kes jiyana xwe dan û ji 300 kesî zêdetir birîndar bûn.

Di pey erdheja mezin de 130 erdhejên li pey hev çêbûn. Ji hezar kesî zêdetir tûrîstên ku bo gerê hatibûn wê derê, hatin tehliyekirin. Erdhej 10 km di bin erdê de çêbû. Di herêmê de ji hezarî zêdetir avahî xesar dîne an jî hilweşiyane.

Serokê Endonezyayê Joko Widodo ragihand ku ji bûyerê gelek xemgîn bûye û xwest ku hemû yekîneyên pêwendîdar li deverê xebata xwe bikin. Xebata rizgarkirina bi desteka helîkopteran jî li deverê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin