PeyamaKurd - Serokê Lijneya Bala ya Hilbijartinê ya Tirkiyê Sadî Guven ragihand ku hejmara dengdêrên sindoqên ku ji ber ewlehiyê ji bo wan biryara veguhastinê hat dayin, 144 hezar e.
Hat ragihandin ku Sadî Guven der barê biryara Lijneya Hilbijartinê ya bihevakirin û veguhastina sindoqên di hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Serdema 27emîn de agahî dan.
Guven destnîşan kir ku di mijara veguhastina sandoqan de ji 19 Parêzgaran daxwaz çêbû û herwiha Lijne jî li ser van daxwazan yek bi yek rawestiya û biryara xwe da.
Guven bal kişand ku heta niha gelek carî li taxên belbelayî û li gundên nêzîkî hev lijneyên navçeyan çi demî pêwîstî pê dîtine, ciyên sindoqan veguhastine û wiha dewam kir, "Taleba veguhastina sindoqan nû nîne, veguhastin jî cara yekê nayê kirin. Ewlehî girîng e lê girîngtir e ku welatî bi vîna azad biçin ser sindoqê."
Sadî Guven diyar kir ku hejmara dengdêrên ku wê bên veguhastin 144 hezar e û wiha pê da çû:
"Hejmara dengdêrên sindoqên ku ji ber ewlehiyê me ji bo wam biryara veguhastinê da 144 hezar e. Nîvê vê, anku mesafeya veguhastina sindoqên 73 hezar û 500 dengdêrî 2,5 kîlometro ye. Me li hejmara dengdêran û mesafeyê nihêrî û li gorî wê li Lijneyê me nirxandineke hûr û kûr kir û wisa biryar da."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin