Barzanî bo Lavrov: Divê li Sûriyê mafê Kurdan garantî bikin

Barzanî bo Lavrov: Divê li Sûriyê mafê Kurdan garantî bikin

PeyamaKurd- Musteşarê Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û heyeta pê re bo tevlî konferansa li Almanya ya li bajarê Munihê bibe, çûbû Almanya. Barzanî tevlî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bû. Di heyeta Kurdistanê de berdevkê hukumeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Dilşad Barzanî hene. Di çarçoveya hevdîtinan de Mesrûr Barzanî û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civînek çêkirin û li ser têkiliyên Kurdistanê û Rûsya û Sûriyê axifîn.

Mesrûr Barzanî li ser dahatûya Kurdên Sûriyê endîşeyên xwe bo Lavrov ragihand û xwest ku pirsgirêka Sûriyê bi aştiyane çareser bibe lê mafên Kurdên Sûriyê bixin bin garantiyê.

Pêwendiyên bi Rûsya re û têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê, mijarên hevdîtinê bûn. Barzanî wê di nav çarçoveya gera xwe de, bi desthilatên dewletên din re jî bikeve nav têkiliyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin