Erdogan: Emê gavên nû yên reforman bavêjin

Erdogan: Emê gavên nû yên reforman bavêjin

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî girtin, binçavkirin û dozên li ser bi sed hezaran kesan ku ji ber nêrînên wan doz li wan hatine vekirin ji nû ve behsa pêkanîna reformên darazê kir.

Erdogan li Navenda Kongre û Fuarê TUYAP a li bajarê Stenbolê serdana 18emîn Fuara EXPO ya MUSIADê kir û li wir gotarek pêşkêş kir.

Erdogan di gotara xwe de, ji bo bihêzkirina aboriyê û derketina ji krîza darayî behsa reformên di warê hiqûqê de jî kir û got: "Em ê ji bo bihêzkirina dewleta hiqûqê, avakirina daraz bilez û hêsankirî gavên nû bavêjin.”

Serokomarê Tirk herwiha behsa xebatên salên berê yên çêkirina destûreke nû jî kir ku piştî sîstema seroktiyê ew xebat hatibûn bidawîkirin.

Erdogan got ku wan amadekarî û xebat ji bo pêkanîna destûreke nû dikir lê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ew xebat têk birine û nehiştiye bigihîje encamê.

Piştî Erdogan Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abduhamît Gul jî ragihand ku ew dê lezê bidin pakêtên reforman.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema Erdogan ev daxuyanîyên derbarê reforman û pêkanîna dewleta hiqûqê didan, bi dehan hiqûqnas û parêzer bi biryara dozgeriyên Tirkiyê hatin desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin